Çend kêliyên ji bihara Şengalê

Barana ku hêviya hemû Şengalê bû, di meha Nîsanê de dilê xweza û gel şakir. Li pey barîna barê hemû deverên Şengalê kirasê kesk û gul gulî li xwe kir. Herî zêde jî ji vê bedewiyê çiyayê Şengalê ya bi heybet para xwe jê girt.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal- Li pey zivistaneke sar û seqem biharê xwezayê Şengalê xemiland. Ev xeml bû sedem ku ax jî berhemên yek ji yekê delaltir diyarî me bike. Tevahî lawirên xwezayê jî para xwe ji vê bedewiyê bi heybet girtin. Hemû deverên Şengalê para xwe ji biharê girt û kirasê kesk li xwe kir. Ji bo vê tevahî Şêniyên Şengalê di van rojan de berê xwe didin deşt û çiyayên xwe.

Di van rojan de em biçin kijan gund, navçe yan jî bajarê Şengalê em ê di rê de rastî malbatên ku li geştîne bên. Rûyê hemû kes geş û bi şade, vê şadiyê xwe li hemû devera Şengalê pêçand. Tevî hemû tiştî jî di werzê biharê de mirov hestê girêdanbûna gel ya bi baweriya Êzdatiyê ya bi xwezayê re hîs dike. Ev hest jî dihelê hucreyên laşê hemû zindiyê Şengalê xwe zindî bike.